Hat diyarkirin ku leşkerên Îsraîlê li Şerîaya Rojava hin cihên filistîniyan xira kirin.
Berpirsyarê Dosyeya Bicihbûna Cihûyên li Şerîaya Rojava Gassan Dagles daxuyaniyek da nûçegihanên AAyê û got leşkerên Îsraîlê bi bûldozeran ketin bajaroka Qûsraya nêzî bajarê Nablûsê.
Dagles diyar kir ku bi buldozeran bîreke avê, 2 odeyên ji bo danîna melzemeyên çandiniyê wek depo dihatin bikaranîn û dîwarê li hawirdora wan hatin xirakirin û got "Xirakirin bi hinceta ku li herêma Cyê avakirinên bêdestûr hatin kirin."
Şerîaya Rojava li gor Peymana Osloyê ya ku di 13ê îlona 1993yan de di navbera Îsraîl û Rêxistina Rizgariyê ya Filistînê (RRF) de hatibû îmzekirin, wek sê herêmên bi navê A, B û Cyê hatibû cihêkirin. Îsraîl li Şerîaya Rojava li herêma Cyê ya ku ji aliyê Îsraîlê ve hatiye dagirkirin, bi hinceta ku rûhsata wan tunin, malên filistîniyan xira dike û destûrê nade ku avahiyên nû bên avakirin.
Herêma Ayê di bin kontrola Birêvebiriya Filistînê de ye, Herêma Byê jî qismekî wê di destê filîstîniyan de ye yê din di destê Îsraîlê de ye. Kontrola Herêma Cyê jî bi temamî di bin kontrola Îsraîlê de ye. Îsraîl hema bêje ji sedî 40î zêdetir axa Şerîaya Rojava dagir kiriye.