Ji ber rişwetê 8 meh cezayê hepsê û 150 hezar dolar jî cezayê pere dan Serokwezîrê Îsraîlê yê berê Ehud Olmert.
Mehkemeya Herêmê ya Qudsê bi hinceta Olmert ji karsazekî New Yorkî di nava zerfê de rişwed girt, 8 meh cezaya hebsê û 150 hezar dolar jî cezaya pere da wî.
Hat ragihandin ku berê jî ji ber rişwetê 6 sal ceza dabûn Olmert û ewê jî bê bi ser de kirin.
Mehkemeya Navend a Tel Avîvê sala çûyî ji ber ku Olmert dema serokê şaredariya Qudsê bû di projeya Parka Holylandê de rişwet standibû, 6 sal cezaya hepsê û 290 hezar dolar jî cezaya pere dabû wî.