VARŞOVA
Li gorî anketên sandiqê, di tura duyemîn a hilbijartina serokomariyê ya Polonyayê de namzedê Partiya Hiqûq û Edeletê ya neteweperest Andrzej Dûda ji sedî 53 ray girt û bû serokomarê Polonyayê. Dûda bi vê encamê ve Serokomar Bronîslaw Komorowskî derbas kir.
Komorowskiyê ku ji sedî 47 ray girt, piştî ku encamên anketê hatin eşkerekirin, di kanala TVNyê de axivî û têkçûna xwe qebûl kir.
Tê hêvîkirin ku encamên fermî yên hilbijartinê îro bên eşkerekirin.