Polêsekî ji ewlekariyê Xalid Ebûbekir destnîşan kir ku di operasyonên ji 11ê gulanê û vir ve de 139 mezel hatin dîtin. Xalid diyar kir ku carna di hundurê hin mezelan de ji yekî zêdetir cesed hene û ji bo derxistina cesedan û birêvebirina lêpirsînê hin pispor şandin herêmê.
Xalid wiha dewam kir: "Wisa tê texmînkirin ku di her kampeke ku li herêmê derketin holê de biqasî 300 kesî dimînin."
Ev mezel pir nêzîkê mezelên giştî yên ku li Taylandê hatibûn dîtin cih digrin.
Wezîrê Karên Navxweyî yê Malezyayê Zahîd Hemîdî duhê daxuyandibû ku li nêzî bajarê Padang Besarê yê nêzî sînorê Taylandê kamp û mezelên giştî yên qaçaxçiyên mirovan hatin dîtin, lê Hemîdî der heqê hejmarê de agahî nedabû.
Li eyaleta Songkhlayê ya li başûrê Taylandê di 1ê gulanê de kampên veşartî yên bazirganên mirovan hatibûn dîtin. Di lêgerîna xwe ya li van kampan de polêsan 32 cesedên Misilmanên ji Arakanê (Rohîngya) derxistibûn holê.
Hikûmeta Taylandê li dijî qaçaxçiyên mirovan ên ku li deverên bi daristan kamp avakirin, dest bi operasyonê kiribû. Li ser operasyonê penaberên ku piraniya wan Misilmanê ji Arakanê yên ku ji Myanmarê reviyan in li tekneyan siwar kiribûn û li nava behrê hatibûn terikandin. Hinek tekne gihîştibûn peravên Endonezyayê. Komîsertiya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî hişyarî dabû ku li Tengava Bengalê û Behra Andamanê biqasî 8 hezar penaber hewla jiyanê didin.