Serokê Komîsyona Leşkerî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê (PDKÎ) Rostem Cîhangîrî daxuyand ku digel hemû hewl û xebatên wan, PKK venegeriya û ew ê bi wan ra biaxiviyana, lê PKKê hemû rêyên diyalogê li ber wan girtin.
Cîhangîr daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku sehaya xebata partiya wan Îran e û tekane dijminê wan rejima Tehranê ye, ji bilî vê ew naxwazin bi tu kesî ra şer bikin.
Cîhangîrî got ku ew dixwazin piştgiriyê bidin mensûbên xwe yên ku li Îranê dijîn û ji wan ra xizmetê bikin. Cîhangîrî got ku di vê rêyê da heke astengî derkevin pêşiya wan, ew dixwazin ku bi rêya diyalogê çareser bikin. Cîhangîr sedemên rageşiya navbera PKK û PDKÎyê gotin.
Cîhangîrî daxuyand axa ku wan li ser bi Îranê ra şer dikir, vê gavê PKK xwedî lê derdikeve û wiha dewam kir: "Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Komunîst jî berê li ser wan herêman bi Seddam Huseyîn ra şer dikir. Ew derana wisa tên zanîn ku di navbera kurdan da nabe sedema şer û pevçûnan. Mixabin PKKê îro ew çand jî binpê kir."
-" PKKê hemû rêyên diyalogê li pêşiya wan girt"
Cîhangîrî got ku wan nêzî du hefte berê pêşmerge şandin herêmê û der heqê vê da jî berpirsiyarên PKKê agahdar kirin û ew jî li Hewlêrê di nav diyalogê da bûn û wiha dewam kir: "Digel hemû hewl û xebatên me, PKK venegeriya. Her wiha em ê bi wan ra biaxiviyana, lê hemû rêyên diyalogê li ber me girtin.
Cîhangîrî got pêşmergeyên herêma Keleşîna Çiyayê Qendîlê serê sibê li wan geriya û agahî dan wan û wiha dewam kir:
"Hevalên ku li me geriyan gotin ku niyeta PKKê ne baş e. PKKê serê sibê gule li ser me ra kirin. Me nexwest ku em jî guleyan berdin wan. Me xwest ku bi wan ra bikevin têkiliyê û pirsgirêkê bi rêya diyalogê çareser bikin. Lêbelê paşê gule berdane pêşmergeyên me. Vê gavê şehîd û birîndarên me hene. Em naxwazin ku weke salên 90î di navbera kurdan da şer cardin derkeve. Dilê me tuneye ku em destek û pêşmergeyan bişînin. Em dibêjin ku vê mijarê bêyî şer çareser bikin."
- "PKK sînorên Îranê diparêze"
Cîhangîrî got ku wan ji tu kesî daxwaza hêza çekdarî nekir, lê ew dixwazin ku nûnerên kurdan di vê mijarê da piştgiriya siyasal bidin û wiha dewam kir:
"PKKê bi vê êrîşê va da nîşanî hemû dinyayê ku ew sînorên Îranê diparêzin. Me dizanibû ku têkiliya wan û Îranê baş e, lê me nizanibû ku ew qas xurt e. Tabî Îranê êrîşî me nekir, lê li dora Çiyayê Zagrosan in û heke tiştek bibe, ew amade ne. Me ferman da pêşmergeyên xwe. Wê tu tiştekî nekin û bisekinin. Li gor partî û çanda ku em tê da mezin bûne, şerê navbera birayan karekî pir xirab e."