Partiyên siyasî yên li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) pevçûna di navbera PKK û Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) ya ku bi mirina 2 Pêşmergeyan encam da, şermezar kirin.
Berpirsê Karûbarên Derve yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Sadî Pîre diyar kir partiya ku ew mensûbê wê ye ji ber vê rûdanê bi fikar e û wiha domand: "Ev der axa Herêma Kurdistana Iraqê ye û ji ber vê jî divê hikûmeta herêmê dest bide ser van rûdanên ku merivan diêşîne."
Pîre bal kişand ku piştî berterefkirina rêxistina terorê DAEŞê herêma kurdan hinekî kete aramiyê û wiha pê de çû:
"Xwedanekî wan deverên ku PKK û PDK-Î li ser şer dikin, heye. Ew der sînorê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê ye. Herkes hema wisa nikare li wan deran hukmê xwe dayne. Mafê tu kesî tuneye ku asayîş û aramiya herêma Kurdistanê xerab bike. Gelê kurd herêmeke ewle dixwaze. Ev jî mafê wanê tabiî ye. Wekî YNKyê em bangî herdu aliyan jî dikin da ku dawiyê li pevçûnan bînin. Divê arîşe bi diyalogê ve bên çareserkirin."
Serokê Koma Parlementoyê yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Umît Xoşnav jî diyar kir ku xêra şer ji kesî ra tuneye û wiha dewam kir: "Em birakujiyê şermezar dikin. Em hêvî dikin ku ev rewşa dilsoj bi rêya mizakere û diyalogê were çareserkirin"
Parlementoya HKIyê jî bi daxuyaniyeke nivîskî ve bangî herdu aliyan kir da ku dawiyê li pevçûnan bînin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em herdu aliyan jî bi awayekî tund hişyar dikin. Ji bo çareseriya kêşeyên siyasî serî li çekan nedin. Gelê Kurdistanê bi teroreke mezin re rûbirû ye. Rojhilata Navîn di nava guhertineke mezin de ye. Di pêvajoyeke bi vî rengî de pevçûnên navxweyî dê me bibin rojên tarî. Em herdu aliyan jî veduxwînin ser diyalog û mizakereyên siyasî."
Li gorî agahiyên ku hatin bîterkirin, ewil Pêşmergeyên PDK-Îyê li herêma Xinêre, Kelaşîn û Sakarê yên ku pevçûn lê derketin, bi cih bibûn. PDK-Î ya ku li dijî Îranê şerê çekdar dikir di sala 1995an de ji bo parastina berjewendiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ji herêmê vekişiyabûn. Piştî ku PDK-Î ji van deveran vekişiya, PKK tevî çiyayê Qendîlê li van deveran bi cih bû. PDK-Îyê piştî ku keça kurd Ferînaz Xosrewanî li Mahabada bajarê Îranê xwe kuşt û bûyer qewimîn û şûnde hêzên xwe Pêşmerge cardin sewqî qûntara Çiyayê Qendîlê yê ser kirin. Li ser vê jî di navbera PKK û PDK-Îyê de rageşî derket. Rageşiya ku ev biqasî 15 roj in didome, îro serê sibehê gur bû û PKKyiyan êrîş birin ser Pêşmergeyên PDK-Îyê.