Ji ber 27emîn salvegera Qetlîama Helepçeyê li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) merasimên bibîranînê hatin lidarxistin.
Ji bo hezaran kesên ku di heyama Sedem Huseyîn de di 16ê adarê 1988an de hatin kuştin li Helepçe, Hewlêr, Silêmaniye, Kerkûk û Dihokê di saet 11.05an de sekna rêzgirtinê hat kirin. Di van saetan de trafîk sekînî, welatî ji wesayîtên xwe peya bûn û dia kirin. Hat dîtin ku welatiyên li kargeh û malan de daketin kolanan û qurbaniyên Helepçeyê bi bîr anîn. Parlementerên di Parlementoya HKIyê de jî derketin derve û ji bo rêzgirtinê sekinîn.
-Bibîranîna li Şehîdiya Helepçeyê
Wekî her sal îsal jî navenda çalakiyan Helepçeya ku demek berê niha bû bajêr e. Bi hezaran kes ber bi "Abîdeya Şehîdiyê" ya li qada bajêr ve meşiyan. Vir ji bo kesên ku di qetlîaman de mirin, Qur'an hat xwendin. Kesên ku di êrîşa gaza kîmyewî ya 27 sal berê de xizmên wan mirin, li "Mexber"ê giriyan. Balê kişand ku jinên ku beşdarî çalakiyê bûn, cilên reş li xwe kirin.
Çalakiyên li Hewlêrê li Parka Şanedarê hatin lidarxistin. Di çalakiyan de tiştên ku piştî Helepçeyê qewimîn, bi şanoyek hat pêşkêşkirin. Waliyê Hewlêrê Newzad Hadî jî beşdarî merasimê bû û got ku 27 sal berê bi hezaran kes ji ber ku kurd bûn bi emrê Sedem Huseyîn hatin qetlkirin.
Hadî diyar kir ku şopên vê qetlîamê bi demê re hatin paqijkirin û Helepçe wek bajar hat îlankirin û wiha axivî: "Îro jî hin kesên ku bi mantiqa 27 sal berê êrîşê Kurdistanê dikin, hene. Lê belê zarokên gelê me ango pêşmergeyên me wisa hêzdar in ku dikarin li hember van êrîşan bisekinin."
-Çalakiyên li Kerkûkê
Li Kerkûkê ji bo bîranîna qurbaniyên Helepçeyê li hemû saziyên dewletê ji bo rêzgirtinê sekinîn. Walî Necmeddîn Kerîm di merasima li Walîtiya Kerkûkê de axivî. Walî Kerîm destnîşan kir ku 27 sal berê li hember mirovahiyê sûcekî mezin hat kirin û wiha axivî: "Tenê di rojekî de bi hezaran ewladê gelê Helepçeyê mirin. Ev bobelata mezin bû meşaleya hemû têkoşînan. Şehîdên Helepçeyê dê neyên jibîrkirin."
-Qetlîama Helepçeyê
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên dîrokî û herêmî hatin sitandin, Qetlîama Helepçeyê di şerê Îran-Iraqê ya ku bi qasî 8 salan berdewam kir de wek merhaleya dawîn a "Herekata Enfalê" ya ku Sedem Huseyînê serokê wê heyamê li hember kurdan dabû destpêkirin, qewimî. Sedem Huseyîn gelê Helepçeyê di şer de bi piştgiridayîn Îranê sûcdar kir û emr da ku ew bên bombebarankirin. Li ser vê emrê di 16ê adarê 1988an de balafirên ku hatin Helepçeyê bombeyên gazê reşandin li ser gel. Di êrîşê de 5 hezar kes mirin û ji 7 hezarî zêdetir mirov jî birîndar bûn.
Bi hezaran kes jî ji Helepçeyê reviyan û xwe sipartin Îran û Tirkiyeyê. Di dema vê revê de bi sedan mirov mirin. Pişt re di 19ê tebaxê de di navbera Îran û Iraqê de agirbest hat îmzekirin. 5 roj piştî peymanê artêşa Iraqê Helepçeyê paş ve sitand.