Hat ragihandin ku hêzên pêşmergeyan ên ku li başûrê Kerkûkê pêş ve diçin, gundên Wahde, Seîd û Xalida girêdayî navçeya Dakûkê ji DAEŞê xilas kirin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê herêmê yê AAyê bi dest xist, pêşmergeyên ku berdestê sibê ji bo ku gundên girêdayî navçeya Dakûkê ya ku 35 kîlometro dikeve başûrê Kerkûkê xilas bikin, operasyon dan destpêkirin beriya ku rastî berxwedaneke mezin bên, pêş ve diçin. Pêşmerge bi çekên giran kozikên DAEŞê bombebaran dikin û pêşmergeyan di demek kurt de kontrola gundên Wahde, Seîd û Xalid bi dest xistin. Milîtanên DAEŞê yên ku nikarin xwe li ber pêşmergeyan bigirin, bi lez herêmê diterikînin. Rêxistinê li pêy xwe cesedên milîtanên ku di pevçûnan de mirin, hiştin.
Hêzên koalîsyona di bin serkêşiya DYAyê de jî bi balafirên şer piştgiriyê didin operasyonê.
Ji aliyê din ve çavkaniyên pêşmergeyan diyar kir ku ji ber operasyonên ku li Tîkrît û başûrê Kerkûkê berdewam dikin, gelekî morala milîtanên DAEŞê xira bû û ji ber vê yekê milîtan başûrê Kerkûkê terikandin.
Hêzên pêşmergeyan û Komên Gel ên ku ji milîsên şiî pêk tê, di operasyona ku li başûrê Kerkûkê birin ser DAEŞê de 30 gund ji DAEŞê xilas kiribûn lê belê nekarîbûn Beşîra gundê Tirkmenan xilas bikin.