2016 ж. 16 мамыр•Rojanekirin: 2016 ж. 17 мамыр
ANKARA
Hat tesbîtkirin, DAEŞa rêxistina terorê li bakurê Helebê amade dibû ku guleyan biavêjin, lê Hêzên Çekdar ên Tirkiyê bi obusên firtoneyê va gule avêtin, hêzên koalîsyonê jî êrîşa esmanî kir û 27 mensûbên DAEŞê hatin kuştin.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên leşkerî hat hildan, duh bi wesaîtên çavdêriyê va hat tesbîtkirin ku DAEŞa rêxistina terorê li bakurê Helebê amadehiya guleavêtinê dikir û hedefên rêxistinê jî hatin tesbîtkirin.
TSKyê bi obusên firtoneyê û bi bataryayê ÇNRAyê va top avêtin û hêzên koalîsyonê jî sê hereketên esmanî kirin. Di encama operasyonê da li herêmên El Bîl, Şêx Rîh, Faydiyuah, Guzel Mezra, Tel Xişn û Baragîtahê bi tevahî 27 terorîstên mensûbên DAEŞê hatin kuştin.
Di operasyonê da 5 kozikên parastinê û 2 kozikên çekan ên DAEŞê hatin îmhakirin.
Ji aliyekê va jî operasyonên mixalifan dewam dikin û mixalifan herêmên Faydiyuah Şêx Rih û Tel Xişn ji DAEŞê standin.