2016 ж. 16 мамыр•Rojanekirin: 2016 ж. 17 мамыр
ELAZIG
Li Elazigê di operasyona dijî rêxistina terorê DAEŞê da tevî qaşo înfazker û rêvebirê payebilind ê rêxistinê 7 kes hatin binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Elazigê da ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Bajêr operasyon birin ser 6 adresan.
Tîmên taybet jî beşdarî operasyonê bûn û di operasyonê da 7 kesên tê îdiakirin ku demek berê ji Sûriyê hatin û endamê rêxistina terorê DAEŞê ne û di navê da qaşo înfazker û rêvebirê payebilind ê rêxistinê jî hene, hatin binçavkirin. Hat ragihandin ku ji berşikan F.Ş li Sûriyê înfazên rêxistinê cîbicî kirin.
Ji malên bersûcan gelekî dokumanên rêxistinê jî hatin qefaltin.
Berşik li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Elazigê ji kontrola tenduristiyê derbas bûn û vêga li emniyetê ne.