Haydar Şahin
2017 ж. 27 шілде•Rojanekirin: 2017 ж. 27 шілде
SÎÎRT
Li Perwariya navçeya Sêrtê di operasyona dijî PKKa rêxistina terorî da leşkerek û gundparêzek birîndar ketin.
Hêzên ewlekariyê li herêma Çiyayê Herekolê ya li Perwariyê operasyona ji bo berterefkirina endamên PKKa rêxistina terorî didomînin.
Di operasyona bi piştgiriya ji hewayê da li tanga Ayvatepeyê terorîstan gule avêtin û di encamê da çawîşekê pispor û gundparêzek birîndar bûn.
Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê.
- Walî Atîk herdu birîndar ziyaret kirin
Waliyê Sêrtê Alî Fuat Atîk bi Midûrê Ewlekariya Bajêr Mustafa Tokyay ra hedu birîndar ziyaret kirin.
Atîk der barê rewşa birîndaran da ji Serhekîm Muzaffer Aslan agahî sitand, paşê derbasî cem birîndaran bû hal û xatirê wan pirsî.
Atîk got ku ji bo berterefkirina terorîstan operasyon dewam dikin.