13 Mijdar 2016•Rojanekirin: 13 Mijdar 2016
MÛSIL (AA) - Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê da zanîn ku jimara sivîlên ku ji ber operasyona ji destê DEAŞa rêxistina terorê xilaskirina Mûsilê ji cihên xwe bûn gihaşt 47 hezarî.
Ji rayedarên wezaretê Diya Sala daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku îro pêşwaziya 3 hezar û 27 kesên ku ji Huweyceya Kerkûkê, Qerraca navçeya Nînovayê û herêma Es-Sahîl el-Eyser malên xwe terikandin kirin û hat diyarkirin ku koçberên navborî li kampên Hesen Şam a li rojhilatê Mûsilê û kampa Dîbkeyê ya li başûrê rojhilat hatin bicîkirin.
Di daxuyaniyê de dan zanîn ku ji 17ê cotmehê ya ku operasyon dest pê kir vir ve jimara kesên mecbûr man ku malên xwe biterikînin gihaşt 47 hezarî.
Ji aliyê din ve rayedarê Heyva Sor ê Iraqê Îyad Rafîd got ku ekîban ji destpêka operasyonê vir ve melzemeyên arîkariyê gihandin ji 30 hezarî zêdetir koçberî.
Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî di rojên ewil ê destpêka operasyona ji destê DEAŞê xilaskirina Mûsilê de hişyarî dabu dibe ku ji milyonekî zêdetir sivîl ji cihên xwe bibin.