13 Mijdar 2016•Rojanekirin: 13 Mijdar 2016
NEW YORK
Donald Trump ku wekî serokê DYAyê hat hilbijartin, rexne li polîtîkaya rêveberiya DYAyê ya Sûriyê girt û wiha got, "Em li hemberî Sûriyê piştevaniya muxalifên ku der heqê wan da tu fikreke me tuneye, dikin."
Trump di hevpeyvîna xwe ya rojnameya Wall Street Journalê da der barê polîtîkaya derva da daxuyanî da.
Trumpê ku di seranserê kampanyaya xwe ya hilbijartinê da polîtîkaya rêveberiya Obama ya Sûriyê rexne kir, wiha got, "Di mijara Sûriyê da ez ji gelek kesî cuda difikirim."
Trump bal kişand ku şûna rûxîna Serokê Dewleta Sûriyê Bişar Esed, divê têkoşîna dijî DEAŞê bibe mijara sereke û nirxandinên xwe wiha îfade kirin, "Bi Sûriyê ra şer tê kirin, Sûriye bi DEAŞê ra şer dike û DEAŞ divê were têkbirin. Aniha Rûsya bi Sûriyê ra muttefîq e û Îrana ku bi xêra me bihêz bû jî wisa ye. Em li hemberî Sûriyê piştevaniya muxalifên ku der heqê wan da tu fikreke me tuneye, dikin."
Trump herwiha got ku heger DYA êrîş bibe ser Esed, dibe ku şerekî digel Rûsyayê jî dest pê bike.