2017 ж. 21 қараша•Rojanekirin: 2017 ж. 22 қараша
ANKARA
Pêvajoya dîplomatîk a ji bo çareseriya şerê navxweyî yê Sûriyeyê yê ku ev 7 sal e dewam dike, bilez dibe. Ji ber ku heya niha çi encam ji hevdîtinên Cenevreyê derneket, vêca lutkeya Tirkiye, Rûsya û Îranê ya ku wê li bajarê Soçiya yê Rûsyayê were lidarxistin, bêtir bû ciyê girîngî û balkêşiyê.
Agirbesta ku bi serkêşiya Tirkiye û Rûsyayê par di meha berfanbarê da ket rewacê, ligel binpêkirinên rejima Beşşar Esed, bûbû wesîle ku pêvajoya Astanayê dest pê bike.
Îsal li Cenevreyê Amerîka, welatên Ewropayê, Tirkiye, Rûsya û Îran di serî da, nûnerên gelek welatî û nûnerên rejima Beşşar Esed û herwiha nûnerên muxalefetê 4 caran civiyan.
Di çarçoveya biryara Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî ya ku jimareya wê 2254 e da wê di muzakereyan da pêvajoya berwext a siyasî li Sûriyeyê bihata gotûbêjkirin. Lêbelê di hevdîtinan da bi piranî sernavên cuda yên wekî "têkoşîna dijî terorê" anîn pêşiya muxalifan.
Tê pêşbînîkirin ku layen wê di 28ê mijdarê da li Cenevreyê hevdîtinên 8emîn pêk bînin. Çavkaniyên NYyê radigihînin ku rojev wê bi piranî li ser pêşnûmaya destûrê û têkoşîna dijî terorê be.
Lêbelê rejim li Xutaya Rojhilat li herêma kêmkirina şer, dorpêça xwe ya leşkerî gurr dike û asta êrîşan bilind dike. Herwiha muxalif jî berteke tund nîşanî vê yekê didin.
Muxalif, Amerîka û welatên din ên Rojava rexne dikin ku giraniya xwe di pêvajoya Cenevreyê da nîşan nedan.
Heya niha çi encam ji hevdîtinên Cenevreyê derneket. Ji ber hindê jî gelek kesî berê xwe da lutkeya li Soçiyê.

- Li Soçiyê lûtkeya garantoran
Bi beşdariya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Federasyona Rûsyayê Vladîmîr Putîn û Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî va li Soçiyê lûtkeya sêalî ya li ser Sûriyeyê ew ê were kirin.
Wezîrên karên derva yên hersê welatên garantorê pêvajoya Astanayê û heyeta teknîkî dawiya hefteya borî pêşamadehiyên lûtkeyê li Antalyayê temam kiribûn.
Rûsya pîlan dike ku "Kongreya Gelên Sûriyeyê" li dar bixe û PKK/PYDya rêxistina terorê jî dawet bike û Çavuşoglu gotibû mimkûn nîne ku vê dawetê qebûl bikin.
Li gor agahiyên ku AAyê ji çavkaniyên beşdarî Soçiyê bibin sitand, li bendê ne ku di lûtkeyê da danezana hevpar bê weşandin.
Di lûtkeyê da ew ê li ser "Kongreya Gelên Sûriyeyê" ya ku Rûsya pîlan dike bike lêbelê li ser îtiraza rejima Esed navê wê wek "Kongreya Diyaloga Neteweyî" (KDN) guherand jî binirxînin.
Tirkiye li dijî beşdarbûna PKK/PYDê ya KDNê derdikeve.
Ku ev şerta were bicîanîn Enqereyê bi hêsanî piştgiriyê bide xebatên platforma KDNya wek dewama siyasî ya pêvajoya Astanayê.
Heke Tirkiye piştgiriyê bide KDNê profîla beşdarvanên ji Sûriyeyê ew ê pirrengî be, ev jî bi beşdarbûna komên mixalif va mimkûn e.
Îran jî wek Tirkiyeyê difikire û dibêjie dibê beşdarvanên KDNê bi biryara 3 welatên garantor were dayîn.
Wek mayîn pîlan dikin ku di 3yê berfanbarê da civîna KDNê bikin û îhtimal e ku ev bi rojên dawîn ên hevdîtina Cenevreyê ya pîlan dikin di 28ê mijdarê da bidin despêkirin ra li nav hevkeve.
- Civîna li Riyadê û hewla "dîzaynkirina" mixalefetê
Mixalifên dixwazin bibin yek û tevlî mizakereyên navneteweyî bibin sala par meha sibatê li Riyadê li ser bingeheke berfireh li hev kiribûn û Komîteya Bilind ya Mizakereyê eşkere kiribûn. Komîteya Bilind ya Mizakereyê ji komên mixalif yên leşkerî piştgiriyeke mezin girtibû û wek nûnerê meşrû yê mixalifan tevlî mizakereyan bûbû.
Herî dawîn endamên Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger û Mixalif ya Sûriyeyê ku saziya banî ya mixalifan e, komên wek platformên Kahire û Moskowê tên zanîn, hin komên mixalif yên leşkerî û kesên serbixwe plan dikirin di 22-24ê mijdarê da li Riyada paytextê Erebistana Siûdî bicivin.
Piştî ku Riyad Hicabê Kordînatorê Giştî yê Komîteya Bilind ya Mizakereyê do îstifa kir taloqkirina civînê hat rojevê.
Li gor çavkaniyên mixalif ji ber hewldanên Erebistana Siûdî û Mîrektiyên Yekbûyî yên Erebî Hicab ji mecbûrî dev ji wezîfeyê bedaye.
Li gor agahiyan Erebistana Siûdî û Mîrektiyên Yekbûyî yên Erebî ku di heyama dawîn da dijî Qeterê ne dixwazin Hicab li derva bihêlin û li gor xwe mixalefeta tevlî mizakereyên navneteweyî bibe dîzayn bikin.
Di dema hevdîtina wezîrên karên derva ya dewletên garantor da ku roja yekşemê li Antalyayê hat kirin rayedarên Erebistana Siûdî li Riyadê bi Aleksander Lavrentiyevê Nûnerê Taybet yê Sûriyeyê yê Vladimir Putîn ra civiyabûn.
Ji ber ku hevdîtin beriya civîna Soçiyê û KNDyê çêbûbû balê kişandibû.