Elif Orhan
2017 ж. 21 қараша•Rojanekirin: 2017 ж. 22 қараша
SOÇÎ
Sererkan Orgeneral Hulusî Akar li Soçiyê bi Sererkanê Federasyona Rûsyayê Orgeneral Valeriy Gerasîmov û Sererkanê Komara Îslamî ya Îranê Tumgeneral Mihemed Baqirî re civîna du alî û sêalî kir.
Li gor daxuyaniya ku ji Sererkaniyê hat dayîn Orgeneral Akar li Soçiya bajarê Rûsyayê bi Orgeneral Gerasîmov û Tumgeneral Baqirî re civînên dualî û sêalî kir.
Di civînan de li ser pirsgirêkkên ewlehiyê yên li Sûriyeyê, di têkoşîna dijî terorê de hevkarî, Herêmên Bêpevçûn/Kêmkirina Rageşiyê hevdîtin kirin.