2016 ж. 01 наурыз•Rojanekirin: 2016 ж. 02 наурыз
ANKARA / BIGIRAFÎK
PYDya ku bi telîmata Abdullah Ocalanê serokê PKKya rêxistina terorê wek şaxa li Sûriyeyê hatibû avakirin PKKyê ji xwe ra wek "rêvebiriya bilind" dibîne. Rêxistinê, Salih Mislimê ku wek rêveber xanê dike rêva nabe Fehman Huseynê ku bi navê "Bahoz Erdal" ê rayedarê payebilind ê PKKyê ji Qendîlê rêva dibe.
Rêveberiya bilind a PKKyê rêxistinên qaşo li çar parçeyên Kurdistanê di bin banê KCKyê da dihevîne. Li gor vê PKK şaxa Tirkiyeyê ye, PYD jî şaxa Sûriyeyê ye. Şaxa rêxistinê ya li Iraqê bi navê PÇDKyê ya li Îranê jî bi navê PJAKê tê zanîn.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlekariyê hatin sitandin, Abdullah Ocalan ê serokê rêxistina terorê di 16ê sibata 2002yan da bi navbeynkariya parêzerên xwe va telîmata avakirina PYDyê da. Di vê çarçoveyê da di kongreya PKKyê ya ku di 4-10ê nîsana 2002yan da hat kirin da biryar hat dayîn ku bi rêxistinên ku li Îran, Iraq û Sûriyeyê bên avakirin va xîtabî gelek kesan bikin. PYDya ku di 17ê cotmeha 2003yan da hat avakirin, mîrata Ocalan a ku di navbera salên 1979 û 1998an da li Sûriyeyê bingeha wê saz kiribû dewr hilda.
PYDê binesaziya rêxistina xwe bi kongreyên ku di navbera 2003 û 2015an da hatin kirin da ava kir. Ev kongre bi rênîşandana PKKyê yên li kampan hatin kirin.
PKKê ji bo ku bibe berpirsiyarê çalakiyên PYDyê Ferhat Abî Şahînê ku bi navê "Şahîn Cîlo Kobanî-Mazlum" tê zanîn û endamê konseya rêvebirinê ya PKK/KCKyê eşkere kir. Bi vî avayî PYD hesab dide PKKyê. Şahîn nika li ser YPGya şaxa çekdar PYDyê ye. Şahînê serê şaxa çekdar dema ku Nûnerê Taybet ê Têkoşîna Dijî DAEŞê yê Obamayê Serokê DYAyê McGurk di 31ê rêbendanê da hatibû Kobanê, ji ber serî veneqetiya bû.
Lê belê kesê ku li ser navê Qendîlê berpirsiyarê PYDyê ye Fehman Huseynê ku bi navê "Bahoz Erdal" tê zanîn e. Huseyn ji nîvê sala 2014an vir da berpirsiyarê gişkî yê Sûriyeyê yê Qendîlê ye. Stratejî û polîtîkayên ku li Qendîlê tên eşkerekirin bi destê Huseyn va li Sûriyê tên pêkanîn.
- PKK ji xwe ra wek mînak hildan
Cara ewil Barazanî Mihemmed serokatiya PYDyê kir. Peyra Salih Mihemmed Mislimê ku di PKKyê da bi nasnavê "Ebû Welat" tê zanîn bû serokê rêxistinê. Wekî PKKyê di vê rêxistinê da jî pergala hevserokatiyê heye û Asya Evdila bû hevserok.
Di rêziknameya PYDyê da ji bo naveroka partiyê wiha tê gotin: "PYD, Ocalan wek fermandar qebûl dike û Kongra-Gelê jî wek rêvebiriya bilind a Rojavayê dibîne. Ji bo endamtiya partiyê jî şertê "baweriya bi fermandar Ocalan û jiyana wî ya demokratîk" heye.
PKKyê piştî ku Ocalan hat girtin navê xwe di 2002yan da kiribû KADEK û di sala 2003yan da jî navê Kongra-Gelê hildabû.
Di kongreyan da hat armackirin ku rêxistin hêza xwe ya li bakurê Sûriyeyê xurt bike û derbasî qada siyasî bibe. Bi vê mebestê jî li herêmê "bi gefxwarin û qanîkirina komên din îlankirina rêvebiriya xweser" ji xwe ra kir armanc û heger ava bibe dixwaze di nav rêvebiriyê da pozîsyoneke stratejîk bi dest bixe. Bi saya vê jî dixwaze destkeftiyên siyasî, aborî û leşkerî yên li Sûriyeyê qezenc bike û tesîra wê ya li qada Iraqê zêde bibe û hemleyên wê yên polîtîk ên li dijî Tirkiyeyê xurt bibin.
Wek mayîn piştî sermaweza 2011an da di serî da Qendîl kadroyên xwe yên sereke yên ji kampên PKKê yên li Iraqê şandin Sûriyeyê û YPGya şaxa çekdar a PYDyê hat avakirin.
Piştî ku li bakurê Sûriyeyê YPGyê pêşiyê li dijî Eniya Nusraya rêxistina terorê şer kir û peyra bi DAEŞa rêxistina terorê ra ket pevçûnan, ev feydeyeke mezin da ku dewletên Rojavayê û Rûsya bibe alîkar.
- Komên mixalif û reqîb têk birin
Li Sûriyeyê partiyên kurdan ên ji xeynî PYDyê piştî ku di adara 2011an da serhildan dest pê kir, nebûn perçeyê vê tevgerê û li rêyên din geriyan. Konseya Neteweyî ya Kurdan a Sûriyeyê ku ji PYD û partiyên nêzî Barzanî pêk tê, di serokatiya Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî da li Hewlêrê civînan kirin. Ji bo bi hev ra hereket bikin di 11ê tîrmeha 2012an da li Hewlêrê peyman hat îmzekirin.
Li gor peymanê li bakurê Sûriyeyê ji bo herêmên ku kurd lê dijîn bên parastin divê yekîneyên leşkerî bên avakirin û ji bo çareserkirina meseleyên siyasî jî ji herdu terefan Konseya Bilind a Kurdan ku ji pênc kesan pêk tê wê her tiştî îdare bikira.
Peyra di serê 2012an da PYD û rejimê li hev kirin û di vê çarçoveyê da hêzên rejimê vekişiyan rojhilatê bakurê welêt. Li gor Peymana Hewlêrê rêvebiriya herêmên ku ketin destê PYDyê wê PYD û partiyên din ên kurdan îdare bikirana. Lê PYDyê bi saya YPGyê hemû herêm kir destê xwe. Him Peymana Hewlêrê pek nehat û him jî partiyên din ên kurdan ji ber qedexeyê nekarîn li herêmê siyaset bikin.
- Rêveberiyên kantonî hatin ragihandin
PYDê di hersê herêmên Cizîrê, Kobanê û Efrînê ku rejimê radestî wê kirin da, di mijdara 2013an da "Meclisa Avakar" ragihand û di 7ê rêbendana 2014an da "xweseriya demokratîk" ragihand.
PYDê bi dûv 21ê rêbendanê ra li Cîzîrê, Kobanê û Efrînê bi navê "xweseriya demokratîk" sê "rêveberiyên kantonî" ragihandin.
Piştî ku ji DAEŞê sitend, Tilebyed jî weke kantona çaremîn ragihand.
Serokên partiyên din yê kurdên Sûriyeyê, destnîşan kirin ku rêveberiyên kantonî yên PYDê qebûl nakin.
- Hevpeymanî digel rejim DYA û Rûsyayê didome
PYD ji destpêka şerê naxweyî yê Sûriyeyê va, raste rast nebû alîgir û li gorî berjewendiyên xwe yî herêmî tevgeriya. Rejim ji xwe ra nekir hedef û ev yek jî bû fersendek ji Esed ra. Bi vê yekê ra rejima Esed hevpeymanek lêbawer ji xwe ra peyda kir. Têkiliya taybet ya di navbera wan herdu aliyan da bû sedema wê yekê ku li cihên ku kurd tê da di ekseriyetê da ne, pêşiya PYDê vebe. Rejimê û PYDê heta nuha tenê çend carekê rûbirû bûne. Bi tenê li bakurê Helebê, li Şêx Meqsûda di kontrola PYDê da û li qadên neftê yên li Hesekê pevçûneke biçûk çêbûye. Jixwe rejima Esed ev herêm ji serweriya PYDê ra berda û hêza xwe kişand herêmên din.
Pêşrewiyên DAEŞê jî bûne fersendek ji PYDê ra ku herêmên nû bi dest bixe. PYD ev kire mahne û daxwaza piştevaniyê ji civaka navneteweyî kir û xwest ku bibe serwerê rewa. Di vê çarçoveyê da têkiliyeke taybet di nava DYA û PYDê da çêbû. PYD di bin navê têkoşîna dijî DAEŞê da, bû hevpeymanê herî giring ê DYAyê li Sûriyeyê.
Rêxistinê ji rikaberiya di navbera DYA û Rûsyayê jî îstifade kir û ji cotmeha sala 2015an ve têkiliyên nêzîk bi rayedarê ûrîs ra danî. Di halê hazir da him ji Rûsyayê piştgirya muhîmmatên leşkerî werdigire û him jî bi operasyonên dijî mixalifan dikeve bin sêwana êrîşên esmanî yên Rûsyayê.