Hekarî Zap Spor ku di Lîga Amatorên Herêmî yên Tirkiyeyê da têdikoşe, di milmilaneya play-offê da Dogubayazitspor 3-0 têk bir û derket fînalê.
Hikmet Temeş
07 Hezîran 2026•Rojanekirin: 07 Hezîran 2026
photo: Hikmet Temeş / AA
Hekarî Zap Spor derket fînalê
HAKKARI
Di milmilaneya li Stada Bajêr a Merzanê da tîma malîvan bi gola ku Mehmet Ali Tektaş di deqîqeya 28em da avêt, 1-0 da pêşiyê.
Hekarî Zap Spor bi gola Diyar Sak va ku di deqîqeyên pêvekê yên nîvê ewil da avêt, 2-0 da pêşiyê.
Hekarî Zap Sporê her wisa bi gola Diyar Sak va ku di deqîqeya 46em da avêt ferq derxist sisêyan û bi vê encamê va mafê fînalê bi dest xist.
Hekarî Zap Spor dê roja çarşemê li deplasmanê derkeve hemberî Bîtlîs Sporê.
Atilla Ayatayê Midûrê Ewlekariya Parêzgehê, Abdî Arslanê Serokê Odeya Ajokar û Otomobîlvanan a Hekariyê, Ayhan Tunçê Serokê Kuluba Zap Sporê û alîgiran maç temaşe kir.