Hilmi Sever
08 Hezîran 2026•Rojanekirin: 08 Hezîran 2026
Tîma Fitbolê ya Neteweyî ya Ayê ku wê di pêşbirkên Kûpaya Dinyayê ya 2026an da têkoşînê bide, hat Arîzonaya eyaleta Amerîkayê û wê heyama kampa sereke li vê derê derbas bike.
Tîma neteweyî li Miamiyê amadehiyên xwe kuta kirin û bi balafira taybet ew li Balafirgeha Navneteweyî ya Phoenixê ya lu Arîzonaya eyaleta Amerîkayê danî.
Fitbolîst bi otobêsê derbasî otêla xwe ya li bajaroka Mesayê ya li ser Arîzonayê bûn. Dema ku otobêsa tîma neteweyî hat ber otelê, alîgirên Tirk bi ala û tezahuratan ew pêşwazî kirin.
Tîma Fitbolê ya Neteweyî ya Ayê di çarçoweya qonaxa grûbê ya Kûpaya Dinyayê da wê pêşbirka ewil 14ê Hezîranê roja Yekşemê BSTyê 07.00î da li Stada BC Place Vancouverê bi Awustralyayê ra bileyîze.