Hat ragihandin ku li herêmên cuda yên Iraqê bûyerên şidetê pêk hatin û di bûyeran de 50 jê milîtanên DAEŞa rêxistina terorê 86 kes mirin û 18 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatin hildan, di êrîşa li herêma El-Latîfiyê de 3 kes, di êrîşa bi bombe ya ser bazara gel a Bexdayê de 2 kes û di êrîşa ser herêma El-Biyaayê de kesek mir. Di bûyeran de 14 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê yên Diyalayê hatin hildan, di bûyerên şidetê yên li gundê El-Cebbûr û bajaroka Mîqdadiyeyê de 4 kes mirin û 4 kes jî birîndar bûn.
- 50 milîtanên DAEŞê hatin kuştin
Ji aliyê din ve di êrîşên hêzên ewlehiyê yên Iraqê û hêzên koalîsyonê yên dijî DAEŞê de 50 jê milîtanên DAEŞê 26 jî hêzên ewlehiyê bi tevahî 76 kes mirin.