Ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyeyê vir ve ku ev pênc sal in şer dewam dike, 180 hezar û 455 jê sivîl bi tevahî 216 hezar û 70 kes di şer de mirin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê ji AAyê re wiha daxuyand, ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyê vir ve (Adara 2011an) 180 hezar û 455 jê sivîl bi tevahî 216 hezar û 70 kes di şer de mirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hêzên rejimê, di nav de mixalif û sivîl jî bi tevahî 207 hezar û 384 kes kuştin.
18 hezar û 437 jê zarok, 18 hezar û 627 kes jê jin bi tevahî 178 hezar û 491 sivîl hatin kuştin. Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku 11 hezar û 491 kes jî di êşkencexaneyên girtîgehan de mirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hêzên rejimê 28 hezar û 893 muxalif kuşt. Di êrîşên hêzên rejimê yên ku ji beja û hewayê ve bir ser hin herêman de, 2 milyon û 900 hezar avahiyî xisar dît û 920 hezar avahî di êrîşan de wêran bûn.
- Êrîşên PYDê yên ser DAEŞê
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di êrîşên PYDya milê PKKê ya Sûriyeyê yên dijî DAEŞa rêxistina terorê de jî 8 hezar û 450 kes mirin.
Di êrîşên PYdê de di nav 273 sivîlên ku hatin kuştin de 36 zarok û 11 jin jî hebûn.
Daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku di êrîşên DAEŞê de jî 126 jê jin 205 jê zarok bi tavahî hezar û 458 sivîl û 3 hezar û 354 mixalif mirin.
Herwiha di êrîşên hêzên koalîsyonê yên ku di serokatiya DYAyê tên kirin de jî 3 jê jin, 71 jê zarok bi tavahî 233 sivîl û 3 mixalif mirin.