ŞAM
Rêxistina Mafên Mirovan a Suriyê (SNHR), da zanîn ku li Suriyê bi giştî ji destpêka Remezanê heta îro di operasyonên hêzen rejîmê yên li ser muxalifan de 1262 kes mirin. SNHRê daxuyand ku ji miriyan 107 kes zarok in, 100 kes jî jin in.
SNHRê diyar kir ku di pevçûnên navbera muxalifan û hezên rejîmê de 442 muxalifên çekdar mirin û ji 100î zêdetir sivîl jî li navendên sîxuriyê di bin êşkencê de mirin.
SNHRê daxuyand ku rejîmê di Remezanê de agirbest qebûl nekir û di bûyeran de herî zêde li bajarên Şam. Halep, Îdlîb û Derayê sivîl mirine.
SNHRê dest nîşan kir ku rejîm, nahêle malzemeyên hewcehiyên sereke biçin herêmên muxalifan û rewşa wan herêman xedar e.