Sûriyeyiyên ku di konteyner û konbajarên ku Weqfa Alîkariya Însanî ya Maf û Azadiyên Mirovan li Azeza bajaroka Helebê avakiribû de dimînin, bi dilşikestî ketin meha remezanê.
Qismekî sûriyeyiyên ku ji ber êrîşên hêzên girêdayî rejima Esed cih warên xwe terikandin, ev 4 salin ku di kampa Sîccû ya nêzî Azezê de dijîn.
Sûriyeyiyên ku di konbajar de dimînin digel hewaya germ û şert û mercên netendûrist rojiyê digrin. Sûriyeyî serê sibê heta berî êvarê di kon de ne û ber bi fitarê ve jî radibin ji bo fitarê amadehiyên xwe dikin. Jinên sûriyeyî li gor şert û merc û derfetên xwe sifra fitarê dixemilînin.
Malbatên sûriyeyî ji ber hewa germ, sifra fitarê li ber konên xwe radixin û bi banga mela re difetirin û dia dikin.
Li kampê yek ji tiştên ku bala mirovan dikşîne jî ew e ku di çaxa fitar û amadekerina paşîvê de, malbatên sûriyeyî hevdu kontrol dikin da ku kîjan malabatê şîv çêkiriye kîjanî çênekiriye. Ev taybetî jî balkêş e.
-Wekî ku em li Tirkiyê bin
Mihemed Salihê ji Sûriyeyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê got ku wî digel malbata xwe ji ber şer û pevçûnan ji gundê xwe barkir û li kampê bicihbû.
Mihemed got ku herçiqas di kon de bimînin jî rojiyê digrin û wiha dewam kir: "Hemû alîkariya ku digihînin me ji Tirkiyê tê. Weqfa Alîkariya Însanî ji nêz ve bi pirsgirêkên me re alaqeder dibe. Ya rast min dixwast em derbasî Tirkiyê bibin; lêbelê me dît ku ev der jî wek Tirkiyê ye. Ji bilî Tirkiyê kes alîkarî ji bo me naşîne. Xwedê ji gelê Tirkiyê razî be."
Koordînatorê Weqfa Alîkariya Însanî yê Sûriyê Omer Koparan got ku li kampê pileya hewayê 35 e û li vir 6 hezar û 500 însan dimînin.
Koparan got ku bi minasebeta meha remezanê heta niha 15 hezar koliyên ku tiştên xwarinê tê de bûn belavkirin û wiha axivî: "Ji bilî vê alîkariyê jî alîkariyên me dewam dikin. 3 hezar tirên me yên alîkariyê hê di rê de ne. Heta dawiya remezanê em ê alîkariyê bidin sûriyeyiyên li Heleb, Xumûs û Îdlibê dimînin."
Koparan destnîşan kir ku ji ber şerê di navbera komên mixalif û DAEŞa rêxistina terorê hejmara kesên ku tên kampê zêde dibe.