Hat ragihandin ku hejmara penaberên kurd ên ku di konbajara li Sirûcê ya ji bo penaberên kurd ên ji Sûriyeyê hatibû çêkirin de ji 10 hezarî derbas bû.
Kurdên ji Sûriyeyê yên ku ji vir 6 meh berê ji ber şerê di navbera komên kurdan û DÎŞIyê de xwe sipartibûn Tirkiyeyê, piştî ku DÎŞI ji herêmê vekişiya vedigerin welatê xwe.
Ji hin penaberên ku di konbajara li navçeyê de dimînin vedigerin welatê xwe, hin penaber jî di konbajara ku Serokatiya Rêveberiya Rewşa Acil û Afatê ya Serokwezîriyê ji bo wan çêkiribû de dimînin.
Hewcedariyên penaberan yên wek sobe, xalîçe, carcim, xwarin û xurekê bi destê rêveberiya konbajarê tên dîtin.
Qaymeqamê Sirûcê Abdullah Çîftçî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku hê jî penaberan hildidin konbajêr.
Çîftçî destnîşan kir ku penaberên ku li navçeyê bi îmkanên xwe bi cî bibûn dixwazin ku di konbajarê me de bi cî bin, penaber konbajêr salixî hevdu didin ji ber vê yekê jî rewacê nîşanî konbajêr didin.
Çîftçî got heta ku ji destê wan tê mêvandariyeke baş ji penaberan re dikin û wiha axivî: "Ez wer difikirim ku ev îmkanên ku AFAD di konbajaran de dide penaberan li tu cihekî dinyayê tune. Li vê derê her kes bi rihetî dijî. Ji hin penaberên ku di konbajara li navçeyê de dimînin vedigerin welatê xwe, hin penaber jî di konbajara ku Serokatiya Rêveberiya Rewşa Acil û Afatê ya Serokwezîriyê ji bo wan çêkiribû de dimînin. Niha hejmara penaberên ku di konbajarê de dimînin ji 10 hezarî derbas bû."