Komek kurdên ji Sûriyeyê yên ku xwe sipartibûn Tirkiyeyê vegeriyan Kobanêyê.
Kurdên ji Sûriyeyê yên ku ji vir 5 meh berê ji ber şerê di navbera komên kurdan û DÎŞIyê de xwe sipartibûn Tirkiyeyê piştî ku DÎŞI ji herêmê vekişiya vedigerin welatê xwe.
Hezar û 500 kesên ku di nav wan da jin û zar jî hene bi amûrên ku bi xwe ra anîbûn va hatin ber deriyê sînor ê Murşîtpinarê.
Li cihê ewlekariyê nasnameya kurdên ji Sûriyeyê hat kontrolkirin. Li navenda qeydê ya Serokatiya Rêveberiya Rewşa Acil û Afatê ya Serokwezîriyê karên penaberan hatin qedandin û kurd derbasî cî û warên xwe bûn.
Naîme Wehya ji Sûriyeyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji ber ku vedigerin welatê xwe gelekî kelecanî ne.
Wehyê destnîşan kir ku li Tirkiyeyê gelekî baş ew xweyî kirin, ji bo mêvandariya gelên Tirkiyeyê ji wan ra sipas kir.
Mistefa Bekî jî diyar kir ku ji mecbûriyetê vedigerin Kobanêyê û wiha got: "Wek 24 malbatan me xwe siparte Xelfetiyê. Xwedê ji wan razî be mêvandariyeke baş kirin. Êdî em naxwazin li ser pişta wan bibin barekî giran. Ev 6 meh e em li vê derê ne û em dizanin ku li wê derê xaniyên me hilşiyane û tu tiştekî me nemaye. Em naxwazin li ser pişta wan mirovan bibin barekî giran û vedigerin cî û warên xwe."
Hat ragihandin ku hejmara kesên ku vegeriyan Kobanêyê xwe gihande 10 hezarî.