ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş: "Îro serê sibê li Kobaneyê bombe teqiyan. Ji me re agahî hatin ku gelek kes birîndar bûne û mirine. Ji van birîndaran hinek anîne Tirkiyeyê. Tirkiyeyê birîndar derhal qebûl kirin û nihal li nexweşxaneyan tên tedawîkirin."
Alîkarê Serokwezîr Kurtulmuş: "Hin hêzên kirêt êrîşa dawiyê ya li Kobanê dikin behane û hewl didin ku Tirkiyeyê bikin hedef. Weke her car dîsa Tirkiyeyê dikin mijara kampanyayê ku lekedar bikin. Propaganda tê kirin û dibêjin 'Milîtanên DAEŞê yên ku îro li Kobanê bombe teqandin, ji sînorên Tirkiyeyê derbas bûn, ji Tirkiyeyê hatin. Ev propaganda ji binîva derew û îftira ye."