Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu di axaftina xwe ya komcivîna partiya xwe de li ser rojevê sekinî.
Kiliçdaroglu di axaftina xwe de qala polîtîkaya derve kir û got ku Tirkiye li ser sêleke sor e. Kiliçdaroglu diyar kir ku her kes di nava fikaran de rûdanên dawîn ên li Sûriye û Iraqê dişopîne û wiha pê de çû: "Têkiliyên çandî û yên dîrokî yên li gel van welatan bi polîtîkayên şaş ve hatin xerabkirin. Me gelek caran got, 'hûn şaş dikin, Tirkiyeyê ber bi lîla rojhelata navîn ve kaş mekin'. Îro ev dîktatorê qelp gotiye 'rojhelata navîn ne lîl e'. Qesta mi ji lîlê ne ku li rojhelata navîn lîl heye. Em dixwazin bêjin ku te wir kiriye wek lîlekê."
Kiliçdaroglu îdia kir ku kesên welat bi rê ve dibin, dîroka welat nizanin û wiha dewam kir: "Ev polîtîkayên şaş berhemên nezanîna dîroka nêzîk e. Di 15ê sermawêza 2003yan de El-Qaîdeyê li Stenbolê êrîşeke bibombe pêk anî û di encama êrîşê de zêdetirî 60 welatiyî can da û bi sedan jî birîndar bûn. Ev êrîş di dîroka Komara Tirkiyeyê de mezintirîn çalakiya terorê bû."
Kiliçdaroglu îdia kir ku ji van tecrubeyan tu şîret nehat girtin û wiha domand: "Gelek milîtanên El-Qaîdeyê ji dinyayê hatin Tirkiyeyê û vir jî ji bo rojhelata navîn hatin şandin. Ji gelek welatan milîtan hatin Tirkiyeyê û me jî ji Tirkiyeyê ew şandin Sûriyeyê. Wê çaxê heyfa wê jî ji me derket. Kîngê? 11ê sibata 2013an de li Cîlvegoziyê. 13 mirî û 26 birîndar. Şûnde 11ê gulana 2013an de li Reyhanliyê. Li vir jî 52 mirî û 146 birîndar. Ê ku kirin, dîsa heman kes in: milîtanên El-Qaîdeyê. Pişt re van li Nîgdeyê xwe nîşan dan. Sê kes şehîd kirin."
- "Iraq dibe sê perçeyan, haya wî pê tune"
Kiliçdaroglu îdia kir ku desthelatê rûdan û xeterên li Iraqê di wextê xwe de nedît û vizyoneke wan a wisa jî tune û wiha pê de çû: "Wezîrekî wî yê Karên Derve heye. Wezîrê herî bêkêr yê dinê ye. Wê rojê dibêje, 'Wisa didin nîşanê ku Iraq di nava kaosê de ye'. Ev qas jî bes. Kaosa çi birayê min? Ji kaosê wêdatir rewşek heye, mirovan dikujin. Iraq dibe sê perçeyan, lê haya wî pê tune."