ANKARA
Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu li ser nîqaşên koalîsyonan wiha got: "Armanca me ew e ku em welatê xwe bilez ji vê tengasiyê derxin. Ji ber vê yekê çi ji destê me tê em dikin û dixebitin, li ser vê bila şika kesî tunebe."
Kiliçdaroglu li ser hesabê xwe twîtterê hin tişt parve kirin û wiha got: "Bila hemû kes bizanibin ku em ê nirxên xwe biparêzin û di partiyê de bi aqilekî hevpar binirxînin. Armanca me ew e ku em welatê xwe bilez ji vê tengasiyê derxin. Ji ber vê yekê çi ji destê me tê em dikin û dixebitin, li ser vê bila şika kesî tunebe."