Cigirserokê Koma CHPyê Akîf Hamzaçebî got: "Gotinên Serokomar Erdogan ên ku dibêje 'sînorê sebrê jî heye' tevgereke gefxwarinê ye û bi ya min nebaş e."
Hamzaçebî li navçeya Serika Antalyayê piştî Civîna Nirxandin û Xebatê ya 5emîn a Koma TBMMyê ya CHPyê civîneke çapemeniyê li dar xist.
Hamzaçebî got ku ji hilbijartinên sala 2011an vir ve ev cara pêncemîn e ku civîna xebat û nirxandinê li dar dixin. Hamzeçebî got ku xebatên wan duh êvarê dest pê kir û îro qediya.
Hamzaçebî li ser pirsa rojnamevanekî ya ku der barê gotinên Serokomar Erdogan 'sînorê sebrê jî heye' wiha axivî: "Ez guh nadim daxuyaniyên Serokomar. Lewra di vê mijarê de û yên wek van de heta niha çi gotibe her tim berevajî vê tişt qewimîn. Gotinên wî yên wek gefxwarinê ne baş e. Ya ku diveke li ser milê dewletê ew e ku bûyeran bi awayekî aramî şîrovekirine. Soz didin û pişt re jî dibêjin 'sînorê sebrê jî heye' ew ne başe e."