Arîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan di gotûbeja "Tirkiyeya Nû" ya ku li 4emîn Fûara Pirtûkan a Anadoluyê ya Meletiyê hat lidarxistin de axivî.
Akdogan diyar kir ku di mijara kurdan de bi dehhezaran kes mirin û wiha axivî: "Her ewladekî vî welatî ji bo welat, al û banga xwe bi dilxwazî dikare canê xwe bide. Lê belê ne ji ber polîtîkayên te yên xelet."
Akdogan destnîşan kir ku çend aliyên pirsgirêka kurdan hene, ji van a ewil bêeleqetî û paşvemayîn e, ya duyemîn cudakarî, ya sêyemîn jî mijara terorê ye.
Akdogan got ku li hember bêeleqetî û paşvemayînê bi veberhênan û xizmetan hewldanekê nîşan didin û got "Bi reformên siyasî dawî li cudakariyê anî. Me ji çend aliyan ve jî li dijî pirsgirêka terorê têkoşîn da."
- "Rêxistineke ku zilmê dike, dewleteke ku xizmetê dike"
Akdogan destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de têra xwe piştgirî nedan wan û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Tu kesî ji aliyekî negirt. Me di vê hilbijartinê de ji daxuyaniyek wêdetir lihevkirineke civakî derxist holê. Ev tê çi wateyê? Werin, ev bangek e, dawetek e. Ev ji bo avakirina Tirkiyeya nû bangek e. Ev gelekî girîng û hêja ye. Lê binêrin, li Başûrê Rojhilat îro kî li ser kurdan zilmê dike? Dewleteke ku xizmetê dike, veberhênanê dike heye. Lê belê rêxistineke ku molotofê diavêje dibistanan, ra dide ser wargehan, rêya welatiyan dibire, xerecê distîne heye. Ango rêxistineke ku zilmê dike, dewleteke ku xizmetê dike heye. Derdekî van ê wekî 'kurdan' tune, tu derdekî wan ê wekî 'heq û azadî'yê jî tune. Ev rêxistineke wisa ne ku li pey armancên xwe yên rêxistinî tenê diçin.
Lê binêrin îro dîsa kesek ji Qendîlê rabûye û axiviye. Dibêje, 'Me yê di nîsan û gulanê da ji bo danîna çekan kogre bicivanda. Lê hikûmet gavên ku hewce dike navêje. Destûra bingehîn neguherand, em kongreyê nacivînin.' Te yê di nîsan û gulanê da kongre bicivanda, di vê navberê da wê çawa destûra bingehîn biguhere. Meclis girtî ye, yanê xapandineke wiha heye? Yanê te yê bicivanda, çi bû asteng? Beriya hilbijartinê dema ku Meclis girtî be dê destûra bingehîn çawa biguhere."
- "Ka dev ji çekan berde kanê dê tu ew qas deng bistînî an na?"
Akdogan bal kişand ku dê gel destûra bingehîn biguherîne û wiha axivî: "Ango di destê te de çek heye, tu dibêjî 'wiha bike', 'vê bike'. Ev pêvajo nîne, pêvajoya çareseriyê. Pêvajoya çareseriyê pêvajoyeke wisa ye ku bi tehdît û şantajan pêş nakeve. Gel çi bibêje ev îqtidar wê dike. Kanîkirina gel jî ne tenê peywira AK Partiyê ye, were bi xwe kanî bike. Civaka Tirkiyeyê vir disekine, were tu bi xwe hewl bide. Yanê ez karmendê bicîanîna armancên te yên rêxistînî me?"
Akdogan got "hem dê destê te de çek hebe, hem jî di destê te de dê siyaset hebe û dê navê vê jî bibe demokrasî. Qaşo tu jî dê li rojava profîleke cuda nîşan bidî" û qal kir ku navê vê yekê xapandin e.
Akdogan wiha axivî: "Çek bên veşartin, ew çax tu dikarî bibêjî 'ev rêbaz baş nîne, nayê qebûlkirin. Em rêbazeke li ser kuştinê qebûl nakin.' Ew çax tu derdikevî û diçî çar aliyê Tirkiyeyê. Tu dikarî bibêjî nêrîna min a siyasî ev e. Heke gel jî piştgiriyê bide ew çax nîqaşa ji bendê derbas bû, derbas nebû watedar dibe. Tu dê bi tehdeyê, bi şidetê, bi tirsandinê wan deran siyasetê bikî, pişt re 'min ev qas deng girtin.' Ka dev ji çekan berde ka tu dê bikaribî ew qas deng bistînî an na."