Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Esmer Koç: Em bibiryar in û em heta zarokên xwe hilnedin

Mehmet Sıddık Kaya  | 17.10.2021 - Rojanekırın : 20.10.2021
Esmer Koç: Em bibiryar in û em heta zarokên xwe hilnedin

Diyarbakir

 Dayikên Diyarbekirê yên bi hêviya bigihîjin ewladên xwe yên ku bi xapandin revandine serê çiyê li pêş avahiya Serokatiya Bajêr a HDPê nobeta rûniştinê dabûn destpêkirin bi biryardarî çalakiya xwe didomînin.

Malbatên ku ji bo zarokên xwe yên bi xapandin revandine serê çiyê HDPê wek berpirs dibînin ji 3yê Îlona 2019an vir va çalakiya xwe ya rûniştinê didomînin û ev roja 776emîn e ku çalakiya wan dewam dike.

Esmer Koç ji Şemdînliya navçeya Hekariyê ye û ji bo keça xwe ya Zubeyde ku 8 sal berê di 15 saliya wê da revandin serê çiyê, çalakiya rûniştinê didomîne. Koçê diyar kir ku ew heta bigihîje keça xwe, ew ê çalakiya xwe bidomîne û wiha got, "HDPyiyan keça min revand û da rêxistina terorê PKKyê."

Koçê diyar kir ku ew keça xwe ji HDP û PKKyê dixwaze û wiha got, "Em bibiryar in û em heta zarokên xwe hilnedin, em ê ji ber deriyê HDPyê veneqetin."

Koçê her wisa bangî keça xwe kir ku teslîmî hêzên ewlekariyê bibe.

Hatice Aya ku ji bo kurê xwe Canbey di çalakiyê da beşdar e jî diyar kir ku kurê wê 7 sal berê hat revandin û heta niha wê tu xeber ji kurê xwe nesitandiye.

Ayê wiha xeberda, "Kurê min xapandin û birin çiyê. Em zarokên xwe ji HDPyê dixwazin. Ez heta kurê xwe hilnedim ez ê ji vir neçim."

Ayê jî bangî kurê xwe kir ku teslîmî hêzên ewlekariyê bibe.

Suleyman Aydinê bav jî li ser navê malbatên çalakiyê dikin, daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir ku Şaredarê Bajarê Mezin Stebolê Ekrem Îmamoglu duh hat Diyarbekirê, qederek hevdîtin pêk anîn, lêbelê ew ziyaret nekirin.

Aydin bal kişand ku ev 776 roj e ew nobeda ewladan didomînin û wiha got:

"Em pê hisiyan ku Ekrem Îmamoglu duh hat Diyarbekirê. Wekî malbatên di nobeda ewladan da em pir şa bûn. Lêbelê mixabin em pey ra li ber xwe ketin. Lewra Ekrem Îmamoglu em ziyaret nekirin, nebû şirîkê êşa me. Mixabin serokê wan ê giştî jî em ziyaret nekirin."

Aydin bertek nîşanî Îmamoglu û CHPyê da û wiha got, "Bira piştgiriyê bidin me. Em bangî HDP û CHPyê dikin ku bên ser wijdanê."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.