Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu der barê kirinên rêxistina paralel de wipa got: "Duh xwestin ku derbeyeke li dadgehê bixin. Dadgeha Hiqûqê ya Esliyê hemû zagon bin pê kir, derî qanûnan tevgeriya û der heqê çend kesên ku hê doza wan devam dikir de biryara tehliyekirinê da. Lê destûr ne di destê wê de ye, di bingeha vê biryarê de tu zagon nînin. Lê hûn zanin ku çima wiha dikin? Hê jî dixwazin bibêjin 'wekî rêxistina parelel em li vê derê ne, em bi hêz in.' Ez jî ji Gumuşhaneyê bangî wan dikim. Em jî wekî dewlet û milet li vê derê ne. Em li meydanê ne û em ne meydanê vala dihêlin ne jî ji we re."
Davutoglu di çarçoveya xebatên kampanyaya hilbijartinê ya partiya xwe de çû Gumuşhaneyê û li vir di çalakiyên li Qada Zaferê hatin hildarxistin de axivî. Davutoglu li vir "rêxistina parelel" (Tevgera Fethullah Gulen) rexne kir.
Davutoglu got ku ew duh li Erziromê bûn û li vir axivîn û wiha dewam kir: "Me got xêr li pêşiya me be û me dest bi xebatên hilbijartinê kir. Lê duh xwestin ku derbeyeke li dadgehê bixin. Dadgeha Hiqûqê ya Esliyê hemû zagon bin pê kir, derî qanûnan tevgeriya û der heqê çend kesên ku hê doza wan devam dikir de biryara tehliyekirinê da. Lê destûr ne di destê de ye, di bingeha vê biryarê de tu zagon nînin. Lê hûn zanin ma çima wiha dikin? Hê jî dixwazin bibêjin 'wekî rêxistina parelel em li vê derê ne, em bi hêz in.' Ez jî ji Gumuşhaneyê bangî wan dikim. Em jî wekî dewlet û milet li vê derê ne. Em li meydanê ne û em ne meydanê vala dihêlin ne jî ji we re. Em meydanê ji wan dadger û dozgerên ku bi telîmatên ji Pensîlvanyayê tên tevdigerin re nahêlin. Ev welat bê xwedî nîne."
-"Qeydên telîmeta jî hene"
Davutoglu wiha dewam kir: "Hefteyeke berê ji Pensîlvanyayê ji wan re telîmatek hat. Niha qeydên wan li ber destê me ne. Di telîmatê de gotine bila 'ji girtîgehê bên derxistin.' Dixwazin bi telîmetên ku ji derveyî welat tên ve darazê birêvebibin, ji ber ku em bi vana zanibûn me her dem got bila 'serxwebûna dadgeriyê, bêalîtiya dadgeriyê' hebe. Hin kesan me şaş fêmkirin. Lê em ê bi tu awayî destûr nedin wan."
Ahmet Davutoglu bangî hemû dadger û dozgeran kir û wiha axivî: "Divê hûn ji bilî wicdanê xwe bi ya kesî nekin. Heke yekî ji cihekê ji we re peyameke 'wiha bikin' bişîne û hûn jî li gor wê peyamê tevbigerin, hûnê îxanetê vê ax, dadgerî û edaleta bikin. Divê hûn her tim guh bidin wicdanê xwe. Heke hûn bi wicdanê xwe biryarê bidin ew ê ev milet tim li pişta we be."
- Ma oldariya we, ma doza we ev e?
Davutoglu bibîrxist ku berê pirsên KPSSyê hatibûn dizîn û wiha pê ve çû:
"Zarokên vê gelê ketin ezmûnê; lê hin kesan pirsên ezmûnê da kesên ku wan ew gihandibûn. Di ezmûnê de ew biserketin û zarokên we winda kir. Ma oldarî ev, ma doz ev e? Min wek hîndekarekî tim li hemberî vê rewşê îsyan kir. Niha em li hemberî çeteyên parelel û hevkarên wan ên ku ji hundir ve piştgiriyê didin wan li ber xwe didin.?
-"Çeteya parelel li ser kar e"
Davutoglu got van rojan dîsa çeteya parelel li ser kar e û wiha dewam kir: "Lê em naşibin xoceyên din. Em li ser vê axa jidayikbûn û em ê li ser vê axa bimrin. welatê xelqê ji me re nabe. Xweda jî şahid e ku hin kesên ku bi navê xocetiyê li derveyî welêt vê yekê dikin; ew kes ne navê xocetiyê heq dikin ne jî mafê wan heye ku bên li ser axa vê welatê bijîn. Em ê destûrê nedin ku cardin derbeker û rêxistinên parelel li ser xa me serî hildin, em ê tu carî meydanê ji wan re nehêlin. Lê belê di hilbijartinên herêmî de miletê me bersiva kûmpasa ku di navbera 17 û 25 kanûnê de pêk hat da. We di hilbijartinên serokomariyê de jî bersiva wan da. Xwedê ji we razî be."
Serokwezîr Davutoglu got ku di demên dawîn de rêxistina parelel dibêje hema li dijî, li hemberî AK Partiyê kîjan partî heye piştgiriyê bidin wê û wiha dewam kir: "Li hin herêman piştgirî dan HDPyê, yanê piştgirî dan cudaxwazan. Niha jî hevdîtina dikin. Derdê wan ew e ku ber li AK Partiyê bigrin. Lê zanibin ku hûn bi kê re hevkariyê dikin bikin, hûnê nikaribin pêşiya me bigrin. Niha ji Serokê CHPê Kiliçdaroglu, Serokê MHPê Bahçelî û Serokê Demirtaş re dibêjin bibin yek û tiştekî bikin. Lewra zanin ku nikarin bi tena serê xwe bibin desthilatdar."