Hevdîtina Serokwezîr Ahmet Davutoglu û heyeta AK Partiyê ya ku bi CHPyê re ji bo avakirina hikûmetê hevdîtin kiribû, qediya.
Hevdîtina ku li Avahiyê Fermî ya Serokwezîrtiyê de çêbû qasî 2 saetan dewam kir û destûr nehat dayîn ku çapemenî hevdîtinê bişopîne.
Wezîrê Turîzm û Çandê Omer Çelîk, Alîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş, Sermuzakerer û Wezîrê Yekîtiya Ewropayê Volkan Bozkir, Wezîrê Pêşketinê Cevdet Yilmaz, Parlementerên AK Partiyê Alî Îhsan Arslan, Osman Can û Taha Ozhan di heyetê de cih girtin.
Heyetê rapora piştî hevdîtinên xwe yên CHPyê amade kiribûn pêşkêşî Serokwezîr Davutoglu kir.