ANKARA
Wezîrê Tûrîzm û Çandê Omer Çelîk: "Roja duşemê piştî Lijneya Wezîran, di saet 18.00î de li Avahiya Fermî ya Serokwezîriyê em li hêviya birêz Kiliçdaroglu û Haluk Koç in. Wan jî bersiveke erênî da. Birêz Serokwezîrê me û ez ê jî beşdarî vê civînê bibim."
Serokwezir Ahmet Davutoglu piştî hevdîtinên avakirina hikûmetê yên bi CHPyê re heyeta AK Partiyê qebûl kir û paşê jî demekê bi Wezîrê Tûrîzm û Çandê Omer Çelîk re axivî.
Wezîr Çelîk piştî civînê li Avahiya Fermî ya Serokwezîriyê daxuyanî da nûçegihanan û diyar kir ku piştî hevdîtinan herdu heyetan jî gele not girtin û rapora encamê nivîsîn.
Çelîk got ku ji ber Civînên Şûreya Leşkerî ya Bilind (ŞLB) Serokwezîr Ahmet Davutoglu meşkûl bû û wiha axivî: "Do me got dibe ku firsendê bibîne û lê mêze bike di qerebalixiya ŞLByê de rapora encamê dabû Serokwezîr. Me pîlan kiribû ku îro şebeqê jî pêşkêş bikin."
Çelîk diyar kir ku ji Serokwezîr Davutoglu re pêşkêşeke berfireh û bi hûrgilî kirin, bersiv dan pirsên Davutoglu û hema hema qala hemû tiştan kirin.
Çelîk eşkere kir ku di sê qisman de qala encama hevdîtinan kirin û wiha pê de çû: "Di qismekê de qala tiştên ku herdu alî jî li ser li hev dikin, di qisma 2yan de tiştên ku me li hev nekir û li ser niqaş çêbûn, di qisma 3yan de jî tiştên ku dibê herdu serok bên bal hev û li ser biaxivin kir. Qismeke van xalan AK Partiyê qismeke van jî hikûmetê eleqedar dike."
Wezîrê Tûrîzm û Çandê Çelîk der barê encama hevdîtinan de jî got, "Roja duşemê piştî Lijneya Wezîran, di saet 18.00î de li Avahiya Fermî ya Serokwezîriyê em li hêviya birêz Kiliçdaroglu û Haluk Koç in. Wan jî bersiveke erênî da. Birêz Serokwezîrê me û ez ê jî beşdarî vê civînê bibim."
Çelîk got ku tu partiyekî cuda nabînin ji bo avakirina hikûmetê bi hemû partiyan re axivîn û wiha pê de çû: "Em deriyê xwe ji tu partiyê re nagrin û ji bo pêvajoyeke eşkere û zelal hewl didin. Ji bo welatê me ya herî baş û bixêr çi be em ji bo wê dixebitin."