WASHINGTON
Berdevkê Wezareta Karên Derva yê DYAyê Mark Toner diyar kir ku di mijara têkoşîna li dijî DAEŞê da bi Tirkiyeyê ra li ser bikaranîna mitebeqata ku çêkiribûn hevdîtinan dikin û wiha got: "Armanca me ew e ku li bakurê Sûriyeyê piştgiriyê bidin hêzên ku li dijî DAEŞê têkoşînê didin."
Di civîna çapemeniyê da ji Toner şîroveyên ku dibêjin lihevkirina DAYyê û Tirkiyeyê ya li ser têkoşîna li dijî DAEŞê tê meneya "DYA îxanetê ji kurdên Sûriyeyê re dike" pirsîn.
Toner destnîşan kir ku piştgiriyê didin kurd, ereb û tirkmenên ku li Sûriyeyê li dijî DAEŞê têkoşînê didin û wiha pê da çû: "Dema ku bi teyareyên ku ji Tirkiyeyê rabibin va dest bi operasyonan bikin, wê hingê piştgiriya ji hewa ya ku didin van koman ew ê ji berê bi leztir bibe. Di mijara îxanetê da jî ji bo ku êrîşî van hêzan -ez qala PKKyê nakim- neke me bi hikûmeta Tirkiyeyê ra eşkere xeber da, wan jî qebûl kir."
Ji Toner ra gotin ku "di xeberekê da tê gotin ku di piştgiriya ji hewayê ya ku dê ji aliyê Tirkiyeyê ra bê da DYAyê alîkariyê nede hêzên YPGyê" gelo çi dibêjî. Li ser vê Toner wiha axivî: "Di mijara YPGyê da ez nikarim li ser hûrgiliyan biaxivim. Me bi Tirkiyeyê ra li hev kir, hevdîtinên me dewam dikin. Em hê li ser bikaranîna lihevkirinê xeber didin. Lê belê me di vê mijarê da eşkere xeber da, armanca me ew e ku li bakurê Sûriyeyê piştgiriyê bidin hêzên ku li dijî DAEŞê şer dikin."