Xebatên lêgerînê yên ji bo Nehîr Aslana 4 salî ya ku 4 roj berê li Gurpinara navçeya Wanê dema ku li ber mala xwe dilîst winda bibû dewam dikin.
Li taxa Kirkgeçîtê ji roja çarşemê vir ve xebatên lêgerînê dewam dikin. Ev roja 4emîn e ku Nehîra biçûk winda ye û zaroka 4 salî hê jî nehat dîtin.
Ekîbên lêgerîn û xilaskirinê yên Fermandariya Cendirmeyên Bajêr, Midûriyeta Rewşa Acîl û Afatê, gundparêz û welatî ji destê sibê pê ve li gir û cihên çiyayî xebatên lêgerînê dikin.
Tîma qomandoyan a girêdayî Fermandariya Cendirmeyên Bajêr jî, him di nav taxê de û him jî li erazî xebatên lêgerînê didomînin. Di hin cihan de jî bi kûçikên perwerdekirî ve xebat dewam dikin.