VAN
Xebatên lêgerînê yên ji bo Nehîr Aslana 4 salî ya ku li Gurpinara navçeya Wanê dema ku li pêşiya mala xwe dilîst winda bibû destê sibê dîsa dest pê kirin.
Nehîr Aslan pêr êvarê dema ku li pêşiya mala xwe dilîst winda bibû. Duh êvarê ji ber ku hewa zehf sar bibû navber dabûn xebatên lêgerînê.
Ekîbên lêgerîn û xilaskirinê yên Fermandariya Cendirmeyên Bajêr, Midûriyeta Rewşa Acîl û Afatê, gundparêz û welatian destê sibê dîsa dest bi xebatên lêgerînê kirin.
Tîma qomandoyan a girêdayî Fermandariya Cendirmeyên Bajêr jî hem di nav taxê de hem jî li erazî xebatên lêgerînê didomînin. Di hin cihan de jî bi kûçikên hînkirî ve xebat dewam dikin.