KARAMAN
Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Taner Yildiz der barê xebatên li kana komirê ya Ermeneka navçeya Karamanê de daxuyanî da.
Yildiz got ji ber ku di kanê de hin cih tep bûne û qasî mêtroyek û du mêtroyan çal çêbûne, ew hewl didin ku dema av û herî tê derxistin di kanê de xebatên zexmkirinê jî bên kirin da ku ew bi rehetî bixebitin.
Wezîr Yildiz, Wezîrê Gihandin, Ragihandin û Behrevaniyê Lutfî Elvan û Wezîrê Xebat û Ewlehiya Civakî Faruk Çelîk li cihê bûyerê geriyan û rayedaran agahî hildan.
Yildiz got ku xebat bê navber dewam dikin û ew hewl didin ku avê ji kanê derxin ku bi rehetî bigihêjin karkeran.
Yildiz wiha axivî: "Ji bo av ji kanê bê derxistin pirsgirêk tune, lê dema ku av kêm dibe em dibînin ku herî, rê û stûnên tep bûne jî bi avê ve tên. Me heta 16 mêtroyan av jê derxist, lê cihê ku av kêm dibe qasî mêtroyek û du mêtroyan çal çêbûne. Em hewl didin ku dema av û herî tê derxistin xebatên zexmkirinê jî bên kirin. Dem dibihure. Ji bo 18 birayên me yên karker êdî hêviya me kêm dibe."