VAN
Cinazeyê Nehir Aslana ku li taxa Kirkgeçîda Gurpinara navçeya Wanê wenda bûbû û piştî 4 meh û nîvekê hatibû dîtin, hat definkirin.
Piştî kar û barên fermî yên li Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê cinazeyê Nehira 4 salî teslimî malbata wê kirin û bi balafirê anîn Wanê.
Xizmên malbatê li Balafirgeha Ferît Melen cinazeyê Nehirê hildan û bi wesaîta cinazeyan a Şaredariya Mezin a Wanê birin Mizgefta Taxa Kirkgeçîdê.
Piştî nimêja cinaze, cinazeyê Nehirê li goristana taxê hat veşartin.
Piştî veşartina cinaze li mala şînê gel serxweşî da bavê Nehirê Erkan Aslan.
Nehir Aslana 4 salî 4 meh û nîvek berê di 29ê cotmeha 2014an da li taxa Kirkgeçîda Gurpinarê dema li ber deriyê mala xwe dilîst, winda bibû. Ji bo dîtina Nehirê ekîbên AFADê û cendirmeyên siwar li nav taxê û dorberê taxê 20 rojan lêgerîn kiribûn.
Cinazeyê Nehirê di qanaleke avê da ku 50 mêtroyî dûrî mala wê ye, bi destê welatiyan hatibû dîtin û haya malbata wê pê xistibûn.
Erkan Aslanê bavê Nehirê ew ji kincên wê nas kiribû û paşê jî haya cendirmeyan pê xistibû.