Li mala Nehîr Aslana 4 salî ya ku li Gurpinara navçeya Wanê winda bû lêkolîn hat kirin û di encama lêkolînan de DNAya wê hat tesbîtkirin.
Xebatên lêgerîna Nehîr Aslanê didomin. Aslana ku li taxa Kirkgeçîta li ser navçeyê dijî, 7 roj berê li ber mala xwe winda bû.
Diya Nehîr Hatîce Aslanê got: "Kurê cîrana me roja ku Nehîr winda bû, li bal wê wesayîteke spî diye. Nehîrê li wesayitê siwar kirine û demeke şûnve jî peya kirine. Lê belê di destê me de delîl tuneye. Anha em ji wê wesayitê şik dikin."