Gergiravên ku li Gola Qulingan ya ku li Boxlana navçeya girêdayî Bîngolê ye di demsala payîzê de bala welatiyan dikişîne. Li golê dîmenên balkêş derdikevin holê.
Gola Qulingan li Aksakala goma gundê Hezarşaha li ser Boxlanê ye. Di demsala payîzê de pelgên darên ser gergiravên li golê diweşin û dîmenên rengîn derdikevin holê. Pelgên zer û kesk li nav hev dikevin û rewşeke rengîn xuya dike, ev jî bala hezkiriyên sirûştê dikişîne. Di hemû demsalên salê de tûrîstên xwemalî û beyanî tên herêmê û gergiravan temaşa dikin. Gola Qulingan ji bo tûrîzma Bîngolê zehf girîng e.
Welatî bi taybetî jî di bihar û havînê de tên dorberê golê û li van deran seyranê dikin.
- "Tûrîzma Bîngolê ji xweşikiyên siruştî tê"
Midûrê Tûrîzm û Çanda Bajêr Şevket Bogatekîn daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku gergiravên li Gola Qulingan bêhempa ne û wiha axivî: "Tûrîzma Bîngolê ji xweşikiyên siruştî tê."
Bogatekîn destnîşan kir ku di salê de 40-50 hezar kes tên û gergiravan ziyaret dikin.