Li Tirkiyeyê hejmara zarokên ku sûcan dikin li gor par ji sedî 1,8 zêde bû û bû 117 hezar û 486.
Saziya Îstatîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) îstatîstîkên "Zarokên ku tên Şaxa Ewlehiyê an jî tên anîn 2014" weşand. Li gor vê îstatîstîkê hejmara zarokên ku par hatin Şaxa Ewlehiyê an jî anîn li gor sala borî ji sedî 6,2 zêde bû û bû 290 hezar û 414.
Hat destnîşankirin ku ji van zarokan ji sedî 57,5 temenê wan di navbera 15 û 17an de ye, ji sedî 24,5 temenê wan di navbera 12 û 14an de ye, ji 17,9 jî temenê wan ji 11an biçûktir e.
Ji van zarokan ji sedî 68,3 kur, ji sedî 31,7 jî qîz in.
- Hejmara zarokên sûcan dikin ji 1,8 zêde bû
Di îstatîstîkan de hat eşkerekirin ku hejmara zarokên ku sûc kirine û ew anîne şaxên ewlehiyê 117 hezar û 486 e. Ji van ji sedî 87,2 kur, ji sedî 12,8 qîz in.
Hejmara zarokên ku sûcan dikin di sala 2014an de ji sedî 1,8 zêde bû.
Hejmara zarokên ku winda bûne û paşê hatîne dîtin di heman demê de ji sedî 15,3 zêde bû. Hejmara zarokên ku ji ber tiştekî mexdûr bûne jî ji sedî 7,8 zêde bû.