Di meha tîrmehê de Endeksa Bihayê Xerîdaran (EBX) ji sedî 0,09 zêde bû. Endeksa Bihayê Hilberîneran a Hundirê Welêt (EBH-HW) jî ji sedî 0,32 kêm bû.
Di bihayên xerîdaran a enflasyona salane de jî rêje ji sedî 6,81 bû, di bihayên hîlberînan ê hundirê welêt de jî rêje ji sedî 5,62 bû.
Li gor daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUİK) ji meha tîrmehê pê ve dema nîvekên 12 mehan tê pîvandin, tê dîtin ku bihayê xerîdaran ji sedî 8,07, bihayê hilberînên hundirê welêt jî ji sedî 6,43 zêde bûye.
Li gor daneyên TUİKê sala par di meha tîrmehê de Endeksa Bihayê Xerîdaran (TUFE) ji sedî 0,09 zêde bû, Endeksa Bihayê Hilberîneran a Hundirê Welêt (YÎ-UFE) jî ji sedî 0,32 kêm bû.