Serokatiya Saziya Îstatistikê ya Tirkiyeyê (TUÎK) wê 33 alîkarên pispor hilde.
Li gor îlana ku di Rojnameya Fermî da hat weşandin, kesên ku wê werin hildan divê ji beşa îstatîstîk, zanistên îstatîstîk û kompîturê, îqtisad, têkiliyên navneteweyî, matematîk, karsazî, endezyariya kîmyayê, endezyariya înşaatê û endezyariya endustriyê mezûn bûbin. Ev kes ji bo ku bibin Pisporê TUÎKê wê werin perwerdekirin.
Kesên ku wê serî lê bidin, divê ketibin ezmûna KPSSa 5-6ê tîrmeha 2014an an jî ya 4-5ê tîrmeha 2015an û ji ezmûnê 80 û zêdetirî 80yî hildabin, divê di ezmûna ziman da di nav zimanên îngilizî, fransizî, almanî, îspanyolî, rûsî, çînî û erebî da ji 50yî zêdetir pûan hildabin.
Serlêdan di navbera 5 û 17ê tebaxê da ye û Serokatiya Daîreya Çavkaniyên Mirovan a TUÎKê tê kirin.
Ezmûna zarkî di 7 û 11ê îlonê da ye. Ji bo serkeftinê herî hindik 70 pûan divê.