İbrahim Atmaca
2018 ж. 30 сәуір•Rojanekirin: 2018 ж. 01 мамыр
ANKARA
Dahata tûrîzmê ya Tirkiyeyê di çaryeka ewil a salê da li gor heman mehên par ji sedî 31,3 zêde bû û bû 4 milyar û 425 milyon û 237 hezar dolar.
Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) îstatîstîkên tûrîzmê yên mehên rêbendan-sibat-adarê eşkere kirin.
Li gor îstatîstîkan dahata tûrîzmê di çaryeka ewil da li gor heman mehên par ji sedî 31,3 zêde bû û bû 4 milyar û 425 milyon û 237 hezar dolarî. Dahatên tûrîzmê ji sedî 76,1 jê ji ziyaretvanên biyanî, ji sedî 23,9 jî ji welatiyên ku li derveyî welêt îqame ne, hat.
Ziyaretvanan serê merivê teqrîbî 723 dolar xerc kiriye. Welatiyên ku derveyî welêt îqame ne jî serê merivê teqrîbî 869 dolar xerc kiriye.