22 Sibat 2016•Rojanekirin: 23 Sibat 2016
ANKARA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu li Koşka Çankayayê di civîna ku hat lidarxistin de Plana Bernameya Tûrîzmê ya 2016an eşkere kir.
Serokwezîr Davutoglu got ku ew hewl didin ku bi cihanê ve bibin yek û wiha axivî: "Li der û dora me dafikên agir û rageşî heye û ji ber vê bila tu kes nefikire ku em ê di cihê xwe de rûnên û tiştekî nekin. Em ê bêtir xwe bigîhînin cihanê û zêdetir bi cihanê ve bibin yek."
- "Ê ku heq dike em bersiva wî didin "
Davutoglu got ku tekoşîna li hember terorê bibiryar tê meşandin û wiha dewam kir: "Belê teror êrîşên xwe yên nemerd didomîne, belê agir bi cegera me dikeve, lê Tirkiye dewleteke mezin e, miletê me miletekî mezin e. Em ji çi qonaxan derbas bûn, helbet emê vî jî derbas bikin. Biryardariya me ya têkoşîna dijî terorê dewam dike. Li hundir û derva ferq nake, ê ku heq dike em bersiva wî didin û emê bidin jî."
- "Ew ê li hember dîrok û gel mehcûb bibin"
Serokwezîr Davutoglu daxuyand ku haya wan ji hêz û potansiyela wan heye û wiha pê de çû: "Em bi baldarî kampanyaya qirêj ya ku li dijî Tirkiyeyê tê meşandin temaşe dikin. Rêxistinên paralel, yên cudaxwaz û wêrankerî hêvî dikin ku Tirkiye zirarê bibîne û tiştek bikeve para wan, lê ew ê negîhîjin mirazê xwe. Yên ku hewl didin îmaja Tirkiyeyê li ber çavê civaka navneteweyî xirab bikin wê li hember dîrok û gel mehcûb bibin."
- "Li dijî tûrîzma Tirkiyê propagandaya reş dikin"
Davutoglu anî ziman ku li derveyî welêt li hember Tirkiyeyê propagandeyeke reş tê kirin û wiha axivî: "Li derveyî welêt her roj mîhrakên diyar, raste rast li dijî Tirkiyê û li dijî tûrîzma Tirkiyê bi awayekî eşkere propagandaya reş dikin. Mixabin li welêt jî hin girse piştgiriyê didin wan, em vê yekê dibînin. Kirina mixalefetê ji bo her kesî mafekî demokratîk e, lêbelê ji bo ku ji hikûmetê û AK Partiyê ra mixalefetê bikin, diçin daxuyaniyê didin çapemeniya welatên din û derdikevin têlevîzyonên welatên din û welatê me neheq dikin. Ev nayê qebûlkirin."
- "Tirkiye mala we ye"
Serokwezîr Davutoglu destnîşan kir ku kî bixwaze dikare bi dil rehetî were Tirkiyeyê û wiha dewam kir: "Ez ji vir dixwazim bangî hemû dinyayê, hemû mirovên ku em dixwazin li Tirkiyeyê bibin mêvanên me bikim; Tirkiye mala we ye. Hûn dikarin bi dilrehetî werin vî welatê xweş û biewlehî, hûn dikarin tetîla xwe li vir derbas bikin û kêfa dîrokê û xwezayê li vir bijîn. Em ji bo ku we car din bikin mêvan bi mazûwanîya xwe ya efsanewî ya ku heta niha hûn pê dihatin mazûwankirin ve amade ne."
- "Ji bo turîzmê mizgîniya piştgiriyê"
Serokwezîr Davutoglu got ku wek hikûmet ew sektora turîzmê ji xwe re wek şirîkekî çareseriyê dibînin û naxwazin ku turîzm zirarê bibîne.
Davutoglu anî ziman ku ew hewl didin ku di qada turîzmê de piştgiriyê bidin û Plana Bernameya Tûrîzmê ya 2016an wiha eşkere kir: "Hikûmeta me, sektora tûrîzmê wek şirîkê çareseriyê dibîne, ji bo ku sektor zirarê nebîne, hesasiyeteke mezin dide nîşandan. Ji bo vê me îro pakêta bernameya tûrîzmê eşkere kir û ji vê 255 milyon lîreyê tirk piştgirî da, her wiha em deynê 288 milyon lîreyê tirk jî taloq dikin û kes dikarin di nav sê salan da deynê xwe bidin."
Li ser pirsekî jî Davutoglu wiha axivî: "Min maliyet zikr kirin; nêzîkî 255 milyon lîreyê tirk piştgiriya hîbeyê, nêzîkî 288 milyon lîreyê tirk jî piştgiriyên din. Ev dê ji xercaneya yedek a Darayê were dayîn û dê tu bar û giraniya xwe ji aboriyê ra çênebe."