Tolga Akbaba
03 Cotmeh 2026•Rojanekirin: 03 Cotmeh 2026
Abuzer şîrudiyê Serokê Saziya Hewageriya Sivîl a Îranê ragihand ku seferên dualî yên di navbera Îran û Iraqê da dê sibê ji nû va dest pê bikin.
Li gor nûçeyên di çapemeniya Îranê da Şîrudî der barê barkêşiya rêhewayê ya di navbera Îran û Iraqê da agahî dan.
Şîrudî got ku ji sibê pê va seferên dualî yên di navbera herdu welatan da ji nû va dest pê bikin.
Iraqê ragihandibû ku di çarçoveya mueyideyên hewageriya sivîl a Amerîkayê yên dijî Îranê da seferên ji Îranê ber bi Bexda û Necefê dihatin kiirn hatin rawestandin.
Hikûmeta Iraqê paşê eşkere kiribû ku ji bo îstisnaya ku dê şirketên rêhewayê yên Îranî ji Balafirgeha Navneteweyî ya Necefê ji nê va seferan bikin bi Washîngtonê ra li hev kirin.