Türkan Tosun
30 Nîsan 2018•Rojanekirin: 01 Gulan 2018
ANKARA
Li Sûriyeyê êrîşî baregehên eskerî yên rejima Beşşar Esed yên li Hema û Helebê kirin.
Nûçegihanê AAyê yê li Hemayê daxuyand li herêmê baregeha rejimê ya ku wek "Alaya 47emîn" tê zanîn hat teqandin.
Ajansa nûçeyan a rejimê SANAyê jî daxuyand duh şev di saet 22.30an de li hember du baregehên eskerî yên rejimê yên li Hema û Helebê êriş hat kirin.
ÎSNAya ajansa nûçeyan a Îranê jî daxuyand di herdu baregehan de jî hêzên Îranê hebûn, di êrîşan de jê 18 Îranî gelek kes hatin kuştin.
Berê jî li Humus û Şamê li hember baregehên rejimê yên ku hêzên Îranê jî lê ne êrîşên fuzeyê hatibûn kirin.
Rejimê û Îranê îdia kiribûn Îsraîlê ev êrîş kirine.
Rayedarên Îsraîlê der barê van îdiayan de daxuyaniyên ku êrîşan înkar an jî red dikin, nadin.
Îsraîl çalakiyên esmanî yên eskerî yên li ser Sûriyeyê bi Rûsyayê re kordîne dike.