Hêzên rejima Esed ev demeke dirêj e ji bo ku Helebê bigrin bin kontrola xwe ji hewa û bejayê ve êrîşî ser bajêr dikin, lê hêzên muxalif jî bo ku Heleb nekeve destê rejimê hewl didin.
Hêzên rêveberiya Şamê ji hewayê ve bi bombeyên vaqûm û warîlê, ji bejayê jî bi moşek û roketan ve êrîşî muxalifên li Helebê ne dikin, muxalif jî bi topên hewanê û moşekên ku bi destê xwe çêdikin ve li ber xwe didin û bersivê didin êrîşên rejimê.
Ji fermandarê qadê yê Eniya Îslamî Adil Ebû Mihemed daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir rejim ji bo ku Helebê bigre bin kontrola xwe gelekî hewl dide.
Ebû Mihemed di daxuyaniya xwe de bi taybetî bangî fermandar û çekdarên muxalif kir û wiha got: "Heke Heleb bê dagirkirin her kes dê hesabê vê bide. Ey fermandar û egîdên ku bi rastî jî xwediyê vî welatî ne, hê beriya ku Esed bi tevahî Heleb dagir nekirinye divê tewdîrên hewce bên girtin û ev dorpêçiya li ser bajêr bê rakirin."
Fermandar Ebû Mihemed destnîşan kir ku hêzên rejimê li bakurê welêt êrîşî ser cihên ku muxalif lê ne dikin û li herêma Handarat, Sifat û Erdû'l Melahê jî şerê ku bi leşkerên rejimê re tê kirin jî didome.
Fermandarê Yekîneya Eniya Îslamî ya li bakurê Helebê Ramî Ebû Behçet jî ragihand ku ew li hemberî hêzên Esed bi awayekî serkeftî têdikoşin û wiha pê de çû: "Me bi moşekên Katyûşayê ve êrîşî ser baregeha hêzên rejimê yên ku li herêma Erdû'l Melahê ne kir."
Ebû Behçet qala bombeyên warîlê yên ku helîkopterên rejimê di ser wan de dibarînin kir û got: "Bi îzna Xwedê li hemberî zaliman em ê bi ser kevin."