Li Kobanêya Helebê pevçûnên di navbera hêzên kurdan û DÎŞIyê de dewam dikin.
Nêzî 4 mehan e li herêmê pevçûn dewam dikin û li navenda bajêr car caran pevçûn qewimîn. Li Kobanêyê car caran pevçûnên di kolan û kuçeyan de dewam dikin û dengê gule û topên hewanê ji navçeya Sirûca li ser sînor tên bihîstin.
Balafirên şer ên koalîsyona navneteweyî yên di serkêşiya DYAyê de li ser Kobanêyê derdikevin keşfê.
Tevdîrên ewlehiyên yên li ser sînor dewam dikin.