Li gor nûçeyên ku di çapemeniyê de cî digirin, gumanbarê 18 salî dora saet 23.00an de çû qereqola Charleville-Mezieresê û teslîm bû.
Ji aliyê din ve polêsên fransiz jî nav, paşnav û wêneyên du gumanbarên din ên ku hêj nedîtin, weşand û ji şahidan arîkarî xwest. Polêsan bang kirin kesên ku birayên Şerîf û Seîd Kouachi yên ku bi eslê xwe cezayîrî ne û welatiyên Fransayê ne û di 32 û 34 salî ne, dîtin an jî cihê wan dizanin, bila serî li polêsan bidin.
Polêsan berêvarê avahiyeke li Chalons en Champagne herêma Reimsê ya ku 200 kîlometro dûrî Parîsê ye, dorpêç kiribû lê belê nekarîbû bigihêje gumanbaran.
Duh nîvro êrîşê kovara karîkaturê ya fransizan Charlie Hebdo kiribûn û di êrîşê de 2 ji wan polês, 4 karîkaturîst bi tevahî 12 kes miribûn û bergiriyên ewlehiyê yên ki welêt derxistibûn asta herî bilind.